Arjen Ari

Arjen Ari
Di sala 1956an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Weke gelek şa'ir û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi şi'rê kir. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser şi'rên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê şi'rên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel, ku weke cara pêşîn kovara Tîrêjê de şi'rên wî weşiyan tê zanîn, ya rast, şi'ra wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew şi'r ji sê malikan/beytan pêk dihat. Malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê. Her wisa, beriya 12ê îlonê şi'rên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin.
Filtreler